Li Kolnê mîtînga 'dest nede vîna min'

Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê (HDK-E) bi şiyara "Dest nede vîna gel, dest nede wekîlên min" li ber Konsolosxaneya Tirk a li Koln Hurth'ê mîtîngek organîze kir.

Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê (HDK-E) bi şiyara "Dest nede vîna gel, dest nede wekîlên min" li ber Konsolosxaneya Tirk a li Koln Hurth'ê mîtîngek organîze kir.

Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Kolnê dijîn, li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê li hev civiyan û dan xuyakirin, ku darbe li hemberî vîna gel tê kirin. Çalakgeran banga vegera li vê şaşîtiyê kirin.

Qisekeran bang li her kesî kirin, ku hurmetê nîşanî vîna gel bidin û dan zanîn, ku ew ê heta dawiyê xwedî li vîna we derkevin. Li dijî helwesta faşîzan bang li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê jî hat kirin, ku piştgiriyê bidin HDP'ê.

Di mîtîngê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TŞYG, TJK-E, AGÎF û PYD'ê hatin vekirin. Mîtîng bi qîrîna dirûşma "Em ê bi berxwedanê ve bi ser kevin", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

...