Li Kolnê li dijî hevkariya Eûtelsat û AKP’ê çalakiya nobedê

Li Kolnê ji bo Eûtelsatê protesto bikin, nobedên kon ên hatibûn destpêkirin dewam dikin.

Çalakiyên nobeda kon ên Kurdan ku li dijî kargeha Eûtelsat a reşkirina Med Nûçe TV û Newroz TV ya li bajrê Koln ê Elmanayê dabûn destpêkirin dewam dikin. Îro çalakiya kon PYD û Kurdistaniyên ji Bonn,Troîsdor, Meckenheîm û Eûskîrchenê hatin dewir girtin. Di tevahiya çalakiyê de balavok hatin belavkirin, dosyayekî têkildarî mijarê pêşkêşî navenda kargeha Eûtelsat a li Elmanayê kirin. Nameyên ku ji bo bişînin navenda Eûtelsatê ya li Fransayê hatin amadekirin.

Wê sibehê CÎK û Kurdistaniyên ji Dortmûnd û derdorî wê bên çalakiya nobedê dewir bigirin. Roja Pênçemê jî wê li gel Kurdistaniyên li Dûsseldorf û derdorî wê dijîn TEV-ÇAND nobedê dewam bikin. Di heman rojê de saet 11:00’an wê daxuyaniyekî çapemeniyê ku rêveberên televîzyon û çapemeniya Elman jî beşdar bibin li dar bixin.

BANGA BEŞDARIYÊ

Çalakî heta 22’yê Cotmehê roja Şemiyê her roj di saet 11:00 heta 19:00 li navnîşana Ûnîversîtar str. 71, 50931 Kolnê dewam bike.

Komîteya amadekariyê, ji bo çalakiya nobedê ya li dijî hevkariya Eûtelsat û AKP’ê bang beşdariyê kir.

...