Li Kolnê ji bo Meşale Tolû standa piştgiriyê hate vekirin

Li bajarê Koln ê Elmanyayê, ji bo Meşale Tolû li pêşiya stasyona trênê çalakî hate lidarxistin.

Li bajarê Koln ê Elmanyayê, ji bo nûçegîhan û wergêra ETHA'yê Meşale Tolû standa îmzeyê hate vekirin û daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Di çalakiyê de wêneyên Denîz Yucel ê rojnamevan û Peter Steûdtner ê perwerdekar hatin hildan.

Nûçegîhan û wergêra ETHA’yê Meşale Tolû ji 30’ê Nîsanê û vir ve girtî ye û ji bo balkişandina doza wê ya 11'ê Cotmehê îmze hatin komkirin û daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de ji bo doza di 11'ê Cotmehê de banga bihîstyariyê hate kirin.

Di çalakiyê de banga çalakiya ji bo Meşale Tolû jî hate kirin. Wê ev çalakî di 7'ê Cotmehê de li bajarê Ûlmê were lidarxistin.