BI DÎMEN

Li Kolnê hunermendan qetlîama Helepçe bi bîr anîn

Hunermendên endamên TEV-ÇAND’ê, bi armanca protestokirina salvegera qetlîama Helepçeyê li pêşiya avahiya Dêra Dom a Kolnê çalakiyek li dar xistin.

Hunermendên endamên TEV-ÇAND’ê, bi armanca protestokirina salvegera qetlîama Helepçeyê li pêşiya avahiya Dêra Dom a Kolnê çalakiyek li dar xistin.

Hunermendan li pêşiya avahiya Dêra Domê zincîra ji mirovan pêk anî, bi armanca bal kişandina ser qetlîamên Sedam û Erdogan bi hezaran belavok belav kirin.

Hunermendên endamên TEV-ÇAND’ê, bi armanca protestokirina salvegera qetlîama Helepçeyê li pêşiya avahiya Dêra Dom a bajarê Kolnê ya Elmanayayê çalakiyek li dar xistin.

Hunermendan ji bo balê bikşînin ser qetlîamên Erdogan ê li Bakurê Kurdistanê, êrîşên qetlîamê yên çeteyên DAÎŞ’ê yê li ser Şengal, Kobanê û bajarên din ên Kurdistanê û bajarên hatin hilweşandin, zincîra ji mirovan pêk anîn, wêneyên bajarên hatin wêrankirin û hilweşandin bilind kirin.

Di çalakiyê de dirûşmên ‘Kujer Erdogan’ qîr kirin û ji bo bala welatiyên Elman û tûrîstan bikişînin axaftinên Elmanî hatin kirin. Çalakî piştî deqeyek rêzgirtina ji bo kesên ku di qetlîama Helepçeyê de jiyana xwe ji dest dane bi dawî bû.

...