Li Kolnê girtina HDP’iyan tê protestokirin
Çalakiyên protestokirina Hevserok û Parlamenterên HDP’î didomin.
Çalakiyên protestokirina Hevserok û Parlamenterên HDP’î didomin.
Li bajarê Koln ê Elmanyayê di pêşengiya Meclîsa Jinê ya Viyan de çalakiya kon dest pê kir.
Çalakî ku Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê jî destekê didiyê, wê îro heta saet 18.00’an dewam bike. Sibehê jî wê çalakî saet 13.00’an dest pê bike û saet 18.00’an bi dawî bibe.
Di çalakiya li Koln Bahnhofvorplatzê de pêşandana sînevîzyonê jî çêdibe.
Her wiha, di çalakiyê de ku wê dosya pêşkêşî partiyên siyasî û dezgehên çapemeniyê bên kirin, bang li tevahî Kurdistanî û dostên wan ên li Kolnê û derdorê hate kirin ku tevlî çalakiyê bibin û li dijî faşîzma AKP’ê bibin yek.