Li kolanên Stockholm û Goteborgê dirûşmeyên 'Şer bisekinînin' deng vedan

Polîtîkaya şer a AKP'ê duh li paytexta Swêd Stockholm û bajarê Goteborgê bi xwepêşandanan hat şermezarkirin.

Polîtîkaya şer a AKP'ê duh li paytexta Swêd Stockholm û bajarê Goteborgê bi xwepêşandanan hat şermezarkirin. Bi hezaran mirovên daketin meydanan xwestin AKP dawî li bombekirin û girtina Kurdan bîne û ji nû ve li hevdîtinên aştiyê vegere.

Xwepêşandana li Stockholmê saet di 13:00 de li Parka Humlegarden a li navena bajêr destpê kir. Ji bo balê bikişînin ser komkujiya dewleta Tirk tîne serê sivîlan, li refên pêş ên çalakiyê sê kesan kefenên bi xwîn li xwe kirin.

Girseya gel bi dirûşmên "Artêşa Tirk ji Kurdistanê derkeve", "Ji şer re na, ji aştiyê re erê", "AKP DAIŞ e DAIŞ AKP ye", "Kujer Erdogan", "Bijî Serok Apo" û "PKK gel e gel em in" ber bi Meydana Raoûl Wallanbergê ve meşiya.

Di meşê de bi rêya hoparloran axaftin hatin kirin û polîtîkaya şer a dewleta Tirk aht şermezarkirin. Her wiha li ser mijarê belavok hatin belavkirin û Swêdî û tûrîstên li derdorê jî destek dan çalakiyê.

Li meydana Raoûl Wallanbergê piştî xwendina daxuyaniya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê, li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dem Ûzûn, li ser navê Yekîtiya Suryaniyan li Ewropayê Metîn Rhawî, Seroka Artîstên ji bo Aştiyê Stîna Bengs, lis er navê Partiya Çep a Swêdê John Hornqûîst, Seroka Meclîas Jinên Kurd a Amara Naciye Bîçen, ji Însiyatîfa Aştiyê ya Jinê Vahîde Yilmaz, Serokê Konseya Aştiyê li Swêdê Kemal Gorgu axivîn.

Qiserkan xwestin hikûmeta AKP dawî li bombekirina Başûrê Kurdistanê bîne, hurmetê nîşanî encamên hilbijartinên giştî yên parlamenteriyê bide û dest bi hevdîtinên ji bo aştiyê bike.

Her wiha komkujiyên AKP li sivîlan dike hatin şermezarkirin û di serî de dewleta Swêdê bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û civaka navneteweyî hat kirin ku li hemberî hovîtiya dewleta Tirk bêdeng nemînin, ji bo rawestandina bomberdûmanê gavên şênber biavêjin.

ZÊDEYÎ HEZAR KES BEŞDARÎ PROTESTOYA LI GOTEBORGÊ BÛN

Li bajarê Swêd Goteborgê jî li ser banga Navenda Demokratîk a Kurd, bi desteka komeleyên Elewî, Asûrî-Suryanî, Ermenî, Tevgera Goran, YNK, Partiya Çep a Swêdê û Partiya Komunîst a Swêdê xwepêşandan û meşek hat lidarxistin. Çalakî bi beşdariya zêdeyî hezar kesî pêk hat.

Kurdistanî û nûnerên partî û rêxistinên civakî yên sivîl ên Swêdî di axaftinên xwe yên li vir de bal kişandin ser bomberdûmana Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku li hemberî polîtîkaya şer a Erdogan û hikûmeta AKP'ê derkevin.

Xwepêşandêrên ber bi Meydana Gûstavo Adolf ve meşiyan dirûşmeyên "Kujer Erdogan", "Bimire DAIŞ", "Ji şer re na" û Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

...