Li kolanên Stenbolê çeteyên DAIŞ!

Li kolanên Stenbolê çeteyên DAIŞ!

Çeteyên DAIŞ ên li Rojava û Başûrê Kurdistanê komkujiyan pêk tînin li Tirkiyeyê bi awayekî aşkera xwe bi rêxistin dikin. Di tramvayeke Kabataş a Stenbolê de 2 çeteyên DAIŞ hatin dîtin.

New York Tîmes berî niha bi çend rojan bal kişandibû ser tevlîbûnên ku ji Tirkiyeyê ji bo DAIŞ çêdibin û nûçeyek bi serenava, “Ji Tirkiyeyê ji bo DAIŞ bi rengekî sabît milîtan diherikin” weşandibû.

Hat diyarkirin ku navenda tevlîbûna ji çeteyên DAIŞ paytexta Tirkiyeyê Enqere ye û bi awayekî aşkera ku li Stenbolê xwe rêxistin dikin jî bi nûçeyên cuda cuda ji raya giştî re hatibû ragihandin.

Dîmeneke ku ev agahî piştrast kirin jî îro ket tevna civakî. Di xeta tramvayê ya Kabataş-Zeytînbûrnu ya Stenbolê de dîmenên du çeteyên DAIŞ hatin kişandin.

Çeteyên DAIŞ ku bi tîşortên ala DAIŞ digerin dikevin tramvayê û bi roj rehet rehet digerin.