Li Kocaeliyê polîsan êrîşî malbatên girtiyan kir
Malbatên girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê di çalakiya greve birçîbûnê de ne, li pêşiya girtîgehê çalakiya nobedê dan destpê kirin. Polîsan êrîş kir û gelek kes destgîr kirin.
Malbatên girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê di çalakiya greve birçîbûnê de ne, li pêşiya girtîgehê çalakiya nobedê dan destpê kirin. Polîsan êrîş kir û gelek kes destgîr kirin.
Malbatên girtiyên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ne, piştgirî dan girtiyan û li pêşiya Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê çalakiya nobedê dan destpê kirin. Malbatên ku li girtîgehê bi xizmên xwe yên di grevê de ne hevdîtin pêk anîn li pêşiya girtîgehê li hev civiyan û çalakiya nobedê dan destpê kirin.
Polîsan êrîşî malbatan kir. Malbatan çalakiya rûniştinê li beramberî girtîgehê domandin. Polîsan derdora malbatan dorpêç kir û beriya demekê hemû çalakger destgîr kir. Têkildarî hejmara kesên hatine destgîr kirin agahî nehate bidestxistin.