Li Kobanê’de 45 çete hatin kuştin 2 wesayît hatin rûxandin

Li Kobanê’de 45 çete hatin kuştin 2 wesayît hatin rûxandin

Di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ de li herêmên başûr, rojhilat û rojavayê Kobanê de şerên dijwar rû didin. Di şer û pevçûnan de 45 çete hatin kuştin û bi dehan çete birîndar bûn. Di şer de tankek hat derbkirin û 2 wesayît hatin rûxandin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê şer û pevçûnên di roja 6’emîn de ne daxuyanî da.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Êrîşên çeteyên DAIŞ yên li hember Kobanê 15’ê Îlonê destpê kirin di roja xwe ya 6‘emîn de berdewam dike. Hêzên me bi derfet û çekên xwe yên kêm ji bo êrîşên DAIŞ’ê bisekinîn li rojava, rojhilat û başûrê Kobanê li ber xwe didin. Hêzên me ew qadên ku şer bi dijwarî berdewam dike de car caran bi êrîşên xwe yê dijî çeteyan derban li çeteyan didin.

Li gundên Xerbîstan, Eyn El Bat, Çelebiyê, Karamox û derdora van a dikeve rojhilata Kobanê, gundên Piling, Alçax, Derbazin, Degirmen, Boraz, Cibilferac, Til Ezwed û Til Zaxrosê dikeve rojavayê Kobanê û dîsa gundên Kuneftar, Qumçê û derdora van de şerên dijwar rû didin.

Di şer û pevçûnan de qasî ku hêzên me zelal kirine 45 çete hatine kuştin, bi dehan çete jî hatin birîndarkirin. Tankek hat derbkirin, 2 wesyaît û doçkayek 14.5 hatiye rûxandin. Di şer û pevçûnan de hin hevalên me jî gihiştin şehadetê. Em ê der bare şehîdên xwe piştre agahiyan bi raya gişti re parve bikin."