Li Kobanê asayîş ji wan tê pirskirin

Li Kobanê asayîş ji wan tê pirskirin

Li Kobanê şervanên YPG-YPJ’ê li eniya pêş li ber xwe didin û ewlehiya bajar jî peywirdarên asayîşa girêdayî Kantonê pêk tînin. Peywirdarên asayîşê ku hema hema her karê sivîlan ên derveyî ewlehiyê dikin, dema pêwistî hebe diçin eniyan û bi çeteyên DAIŞ’ê re şer dikin.

Berxwedana Kobanê ev 71 roj e didome. Şervanên YPG-YPJ’ê darbeyên giran DAIŞ’ê dixin. Li navenda Kobanê jî ku DAIŞ bombeyan û guleyan lê dibarîne, peywirdarên asayîşê ewlehiyê pêk tînin. Di nava peywirdarên asayîşê de, li gel welatiyên Roajva, welatiyên ku ji çar parçeyên Kurdistanê hatine cih digirin. Peywirdarê asayîşê zêdetir kesên temenê wan navîn û di ser wê de cih digirin. Ciwan li eniya pêş şer dikin û hewl didin ku hewcedariya sivîlên bajar pêk bînin. Peywirdarên Asayîşê di rewşa ku pêwîstî hebe de diçin aniyan û bi çeteyan re şer dikin.

ÇI BIKEVE SER MILÊ ME EM Ê BIKIN

Faruk Mislim ku peywirdarê asayîşê ye diyar kir ku ji bo asayîşa bajar pêk bînin dixebitin û got: “Dewriyeya me  ji nû ve digerin. Ji bo dizî û bûyerên edlî çênebin. Dîsa em deriyê dukanan digirin. Em amûrên wan dikin hundir. Di demên dawî de malbatên hatin bajar em di nava ewlehiyê dibin malên man. Ev zêdetir malbatên ji herêma Tîl Şeîr bûn. Em hewl didin hewcedariyên wan bînin cih. Em kolanên ku ew lê dimînin, ewlehiya wan digirin. Ji bilî wê jî çi bikeve ser milê me em dikin.  Di demên dawî de rewşa Kobanê baştir e. Dijmin hinekî vekişiya. Hevalên me jî û em jî şev û roj li mewziyan e. Ji ber ku em asayîş in em di nava bajar de nobetê digirin. Lê ger hewce be em dikarin biçin mewziyan.”

BILA EW JÎ BÊN TEVLÎ PARASTINÊ BIBIN

Mislim got ku beşek mezin a gel malbatên xwe birine Rihayê û got: “Em ji ciwan û kesên ku dikarin vegerin,  dixwazin vegerin. Di demên dawî de yên tên hene. Bila ew jî teqez bên tevlî parastinê bibin.”

EZ JI LUBNANÊ HATIM

Osman Xemeto jî yek ji kesê ku li Kobanê wezîfeya asayîşê dike. Xemeto got ku beriya ku êrîş li dijî Kobanê pêk bên, li Lubnanê wek karker dixebitî û got: “Piştî DAIŞ’ê dest bi êrîşan kirin, min dest ji karê xwe berda û hatim Kobanê. Li ser banga seferberiyê ez ji bo axa xwe hatim. Niha rewşa me baş e. Înşaallah wê baştir be. Her ku biçe wê dijmin jî bişikê. Em li vir bi YPG û YPJ’ê re mil bi mil şer dikin. Ji destê me çi tê em dikin.”

Şiyar Efrînî yê 42 salî jî got ku li ser banga seferberiya Kobanê hatiye, dest ji hemû kar û barê xwe berdeya û hatiye vir. Efrînî anî ziman ku ji parastina axa xwe hatiye û wê serkeftin ya wan be.