Li Kobanê 6 çete hatin kuştin
Li Kobanê 6 çete hatin kuştin
Li Kobanê 6 çete hatin kuştin
Li Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê çalakiyên şervanên YPG'ê yên li dijî çeteyan didomin. Di şer û pevçûnên şevê din de 6 çete hatin kuştin. Li Serêkaniyê jî çeteyên DAIŞ'ê hewl dan wesayîteke bombebarkirî derbasî gundê Medan bikin, lê wesayît ji aliyê YPG'ê ve hat teqandin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî herêma Kobanê di roja 69'an de dewam kir. Li gorî agahiyên nûçegîhanên ANHA'yê, şervanên Yekîneyên Parastina Gel li Suk El-Hal (Bazara Zebez) a li rojhilatê bajarê Kobanê wesayîteke çeteyên DAIŞ'ê hedef girtin. Di encamê de wesayît hat derbekirin, çeteyek hat kuştin û yek jî birîndar bû. Li vê deverê di navbera şervanên YPG'ê û çeteyan de şer û pevçûn derketin û tê de çeteyek hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Şevê din li eniya başûr-rojavayê Kobanê jî di navbera hêzên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê şer û pevçûn rû dan û tê de 4 çete hatin kuştin.
Çeteyên ku li hemberî berxwedana YPG/YPJ'ê têk çûne û hatine şikandin, welatiyên sivîl ên li bajarê Kobanê û gundê Til Şeîr hedef digrin. Duh jî çeteyan 18 top avêtin taxên bajêr ên ku sivîl têde ne. Di encamê de ziyanên madî gihiştin mal û milkên welatiyan.
Ji aliyê xwe ve balafirên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê du baragehên çeteyan bombebaran kirin, lê tu agahiyên der barê encama bombebaranê de nehatin bidestxistin.
YPG'Ê LI SERÊKANIYÊ ÊRÎŞA BOMBEYÎ YA ÇETEYAN ŞIKAND
Li Serêkaniyê jî, YPG'ê hewldana êrîşeke bombeyî ya çeteyan şikand. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, çeteyên DAIŞ'ê hewl dan ku wesayîteke bombebarkirî derbasî gundê Medan ê 35 km dûrî bajarê Serêkaniyê bikin, lê ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel hat hedefgirtin û beriya ku bigihêje gund hat teqandin. Li gorî agahiyan, tu ziyan ne gihiştin welatiyan.
Çeteyên DAIŞ'ê îro li gundê Heras ê girêdayî bajarê Serêkaniyê jî wesayîtek bombebarkirî teqandin. Di encamê de 5 kesên ji malbatekê birîndar bûn.