Li Kleveyê dewleta Tirk hat protestokirin
Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê û tecrîda giran a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Kleve yê Elmanyayê bi çalakiya kon hate protestokirin.

Ji aliyê Meclîsa Gel a Kleveyê ve çalakiya kon li Rêya Grosseyê hate lidarxistin. Têkîldarî êrîşên qirkirinê yên li ser Bakurê Kurdistanê û tecrîda li hember Ocalan belavok hatin belavkirin.
Piştre xeleka bi sedan metre a ji mirovan hate çêkirin.
Li ser navê Meclîa Gel a Kleveyê Nîhat Polat axivî û bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên li Bakurê Kurdistanê. Her wiha, Polat, têkiliyên qirêj ên di navbera Merkel û Erdogan de jî bi bîr xist û wiha got: “Ewropa ji qetlîamên Kurdistanê berpirsiyar e.”
Li vir dirûşmeyên mîna “Mirovahî Rûmeta Me Ye, Dest Nedê” û “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” hatin qîrkirin.
Hevseroka Meclîsa Gel a Keleveyê Hano Kûzîk jî axaftinek kir û êrîşên AKP’ê yên li dijî Bakurê Kurdistanê û polîtîkayên îmhayê şermezar kir. Kûzîk di dawiya axaftina xwe de berxwedana hêzên YPS û YPS-JIN’ê ya li Sûr, Cizîr û Şirnexê jî silav kir.