Li Kirmaşanê rejîma Îranê satalîtên televîzyona kom dike
Li Kirmaşanê rejîma Îranê satalîtên televîzyona kom dike
Li Kirmaşanê rejîma Îranê satalîtên televîzyona kom dike
Li navçeya Parêzgeha Kirmaşanê Paweyê rejîma Îranê dest bi komkirina satalîtan û çanaxan kir.
Hêzên rejîma Îslamî ya Îranê di 30’ê Mijdarê de li navçeya Pawe, parêzgeha Kirmaşanê, gundê Şimlerê û derdora Helyankutayê yên Rojhilatê Kurdistanê li ser malan de girtin û bi dehan dezga û satalîtên televîzyonên Kurdan komkirin û destdanîn ser.
Li gorî çavkaniyên herêmî, bê destûr hêzên rejîma Îranê li ser malan de girtin û dest bi komkirina çanax û satalîtên malan kirine. Di berdewamiya êrîşan de çûne ser malên hemwelatiyan û ev jî bo sedema tirsê di nava hemwelatiyan de.
Li gorî çavkaniyan hatine bidestxstin, rejîma Îranê di dema serdegirtina malan de bêrêzî û sivikahî li hemwelatiyan kirine û ji ber vê ji gel nerazîbûnên xwe anîne ziman û gengeşe di nava hemwelatiyên Kurd û hêzên rejîmê de derketine.