Li Kiriklar a Îzmîrê girtiyan dixin hucreyê

Li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Hejmara 1'ê ya Kiriklar a Îzmîrê, karê destpêkê yê midûrê nû ew bû ku 2 girtiyan bêyî hincetekê nîşan bide bixe hucreya yek kesî.

Li girtîgehên Tirkiyeyê pêkanînên kêfî dewam dikin. Yek ji girtîgehên ku timî bi binpêkirina mafên mirovan di rojevê de ye Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Hejmara 1'ê ya Kiriklarê ya Îzmîrê ye. Î.Y. ku bûye midûrê nû yê wê girtîgehê, karê xwe yê destpêkê ew bû ku girtiyan bixe hucreyê. Li gorî agahiyan girtiyên bi navê Bunyamîn Surme û Erdal Polat bêyî hincet bê nîşandan ji aliyê midûrê girtîgehê ve doh li hucreya yek kesî hatine bicihkirin.

Her wiha koxûşên ku rojê 3 saetan deriyê wan dihate vekirin bi fermana midûrê girtîgehê bi hinceta şewba Covîd-19 ev dem kirine rojê saetekê.

Girtiyan li dijî van kiryaran banga berpirsyarî û hişyariyê kirin.