Li Kielê êrîşên li ser Rojava hatin şermezar kirin

Li Kielê êrîşên li ser Rojava hatin şermezar kirin

Li bajarê Kiel yê Almanyayê êrîşên li dijî gelê Kurd yê li Rojavayê Kurdistanê hatin şermezar kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Kiel jiyan dikin, ji ber êrîşên vê dawiyê li ser bajarê Efrînê û bajarên din yên Rojavayê Kurdistanê zêdebûn, daxuyaniyek ya şermezarkirinê dan çapemeniyê. Mehmûd Efrîn yê li ber îstasyona trenê daxuyanî xwend, ragihand ku êrîşên li ser Rojava tê wateya bê tehemuliya li hemberî azadiya gelê Kurd.

Di daxuyaniya çapemeniyê de hate gotin ku, Kurdên li Ewropayê jiyan dikin dê li hember van êrîşan bêdeng nemînin û her wiha berxwedana YPG’ê jî silav kirin. Di daxuyaniya ku alên PYD’ê û posterên Ocalan hatin hilgirtin de, danezanên bi Elmanî hatin belavkirin. Çalakî bigirêdana govendê bidawî bû.