Li Kîel û Hîldesheîmê çalakiyên 'Dema azadiyê'

Li bajarên Kîel û Hîldesheîmê yên Elmanyayê, Kurdistanî tevî dostên xwe li hev kom bûn û di çarçoveya pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye"çalakî li dar xistin.

Li bajarên Kîel û Hîldesheîmê yên Elmanyayê, Kurdistanî tevî dostên xwe li hev kom bûn û di çarçoveya pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye"çalakî li dar xistin.

KÎEL

Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê, Kurdistanî tevî dostên xwe li hev kom bûn û di çarçoveya pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye"çalakî li dar xistin.

Çalakiya li Eûropaplatzê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Di çalakiyê de ji bo pêngavê banga tevlîbûnê hate kirin.

Çalakgeran dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Li dijî faşîzmê mil bi mil", "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî berxwedana Heftanînê" qîriyan.

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Hîldesheîmê yê Elmanyayê di çarçoveya pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" çalakiyek hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên Hannover, Salzgîtter û Kasselê beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî li Kardînal Bertram Str. bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Di meşê de ku pankart û dowîz hatin hildan, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Es lebe Ocalan", "Bijî Partiya Karkerên Kurdistan" û "Jin, jiyan, azadî" hatin qîrîn.

Li qada şaredariyê mîtîngek hate lidarxisti.

Di çalakiyê de belavok hatin xwedin û bi navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd axaftin hatin kirin. Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.