Li Kerkûkê çeteyekî DAÎŞ'ê yê bi ala Tirkan hate kuştin
Li Kerkûkê 5 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin ku li ser yekî ji wan ala Tirkan hebû.
Li Kerkûkê 5 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin ku li ser yekî ji wan ala Tirkan hebû.
Li gorî nûçeya malperên nêzî Heşdî Şabî, roja 8'ê Nîsanê Lîwaya 16'emîn a Heşdî Tirkmen li nêzî gundê Humerî Beşardê Reşadî yê navçeya Hewîce ya Kerkûkê êrîşî çeteyên DAÎŞ'ê kir. Di êrîşê de 5 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin û yek jî bi birîndarî hate girtin.
Eşkere bû ku çeteyên hatin kuştin xerîb in. Di wêneyekî de xuya dike ku li ser çeteyekî DAÎŞ'ê yê hatiye kuştin ala Tirkan heye.