Li Kerkûk û Diyalayê êrîşên DAÎŞ’ê zêde bû
Çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûk û Diyalayê êrîşên xwe zêde kirin. Êrîşên di meha Nîsanê de gihişt asta herî jor.
Çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûk û Diyalayê êrîşên xwe zêde kirin. Êrîşên di meha Nîsanê de gihişt asta herî jor.
Êrîşên dawîn roja Sêşemê pêk hat. Li Tazeya Kerkûkê hêzên Haşdî Şabî bûn hedef û 4 endamên Haşdî Şabî mirin.
Li Daqûqa Kerkûkê û li gundê Segeran a Dubîzê jî 2 endamên Haşdî Şabî birîndar bûn.
Li herêma Mexîs a wîlayeta Diyalayê jî DAÎŞ’ê êrîşî hêzên ewlekariyê kir. Derbarê vê êrîşê tu agahî nehatin stendin.
ÊRÎŞÊN LI KERKÛKÊ 3 KATAN ZÊDE BÛ
Çeteyên DAÎŞ’ê di hefteyên dawîn de êrîşên xwe zêde kirin. Êrîşên di meha Nîsanê de gihişt asta herî jor.
Roja Şemiyê gelek çeteyên DAÎŞ’ê girtin ser bendeke kontrolê û konwoyeke ji bo takviyeyê jî teqandin. 10 endamên ewlekariyê mirin.
Bi tenê li herêma Kerkûkê di mehên Adar û Nîsanê de êrîş 3 katan zêdetir bû. Çeteyên DAÎŞ’ê li pêşiya biryargeha serwîsa îstîxbaratê jî çalakiyeke xwekujî li dar xistin.
Li Diyalayê jî erd û zeviyên cotkaran tên şewitandin.
REGHIF: DAÎŞ NIKARE HÊZA XWE YA BERÊ BI DEST BIXE
Li gorî pisporan bi van êrîşan re wê DAÎŞ nikaribe bajar û eyaletan bi dest bixe.
Ebû Reghîf ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku DAÎŞ wê nikaribe hêza xwe ya berê bi dest bixe û xelîfetiyê ragihîne.
Rayedarekî koalîsyonê jî got ku “Mesele ne ev e ku DAÎŞ çend êrîş kiriye, mesele kûrbûn û tevlihev, stratejî û ekîpmanên wan ên êrîşê ne. Êrîşên niha tên kirin, ne êrîşên modern in.”
Lêkolîner Sam Heller jî diyar dike ku DAÎŞ nikare vegere beriya sala 2014’an. Heller balê dibe ser êrîşên DAÎŞ’ê û diyar dike ku ev nayê vê wateyê hêzeke xurt a DAÎŞ’ê heye.