Li Kanadayê meşa li dijî qirkirinan
Li Kanadayê bi beşdariya 10 hezar kesî meşek li dijî qirkirinê hat organîzekirin.
Li Kanadayê bi beşdariya 10 hezar kesî meşek li dijî qirkirinê hat organîzekirin.
Li bajarê Kanada Montrealê ji Parka Westmoûntê heta Place des Spectasle li dijî qirkirinê meşek hat lidarxistin.
Di çalakiya ku li rêya li navenda bajêr li çûn û hatinê hat girtin de, tevî 10 hezar kesî Serokê Partiay Lîberal a Kanadayê Jûstîn Trûdeaû, Şaredarê Montrealê Denîs Coder û wezîr, parlamenter û nûnerên olî amade bûn.
Kurd jî bi hejmareke girseyî beşdarî çalakiyê bûn û çeteyên DAIŞ'ê protesto kirin.