Li kampa çeteyên Tirkiye destekê dide wan, teqîneke dijwar rû da

Li kampa Atmê ya di bin kontrola çeteyên El Nûsra de ye, ku ev koma çete ji hikûmeta Tirk destekê digire, teqînek dijwar rû da. Di encama teqînê de 35 kes mirin.

Li kampa Atmê ya wîlayeta Îdlîbê, ku di bin kontrola çeteyên El Nûsra de ye, duh êvarê saet di 20:55'an de teqîneke dijwar rû da.

Teqînê, di dema derbasbûna wesayîtên koma çete ya bi navê 'Fiqra 13.' de pêk hat. Li gorî agahiyan 35 kes mirin e, gelek kes jî birîndar bûne.

Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin, ku teqîn li deriyê kampa Atmê ya ber bi Tirkiyeyê ve rû daye.

Li gorî agahiyan, çete vê herêmê bi giranî ji bo veguhastina cebilxane û çeteyan bi kar tînin.