Li Kamara Lordan wê li ser rola Ocalan konferansek pêk were

Li Kamara Lordan a Îngilîstanê, wê îro li ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konferansek were lidarxistin.

Kamara Lordan ku saziya herî bilind a Parlamenta Qraliyeta Yekbûyî ye, wê ji konferanseke li ser nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re malovaniyê bike. Konferans wê di salvegera 20'an a komloya navneteweyî de bi navê "Çareseriya krîza Rojhilata Navîn: Nêrînên Abdullah Ocalan" pêk were.

Konferans di çarçoveya "Kampanya Azadî ji Ocalan re" ya sendîkayên ku bi milyonan kes endamên wan e, tê organîzekirin.

Endamê Kamara Lordan û akademîsyen Lord Maûrîce Glasman ê ji Partiya Karker malovaniyê ji konferansê re dike. Konferans wê îro saet 09:00 dest pê bike û êvarê saet 17:00 bi dawî bibe.