Li Kabîlê êrîşa xwekujî

Li Kabîlê êrîşa xwekujî

Li paytexta Afganîstan Kabîlê, li hemberî wesayîteke Sefaretxaneya Bilind a Îngilîstanê êrîşek xwekujî hat kirin. Hat ragihandin ku di êrîşa berpirsyariya wê Talîbanê girte ser xwe de, welatiyekî Îngilîz û 4 sivîlên Afgan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan a Reutersê, Wezareta Karên Hundir a Afganîstanê ragihandiye ku di encama êrîşê de welatiyekî Îngilîz û 4 sivîlên Afgan jiyana xwe ji dest adne.

Danê sibê li ser rêya Kabîl-Celalabadê, li nêzî gundê Yeşîl Koyê, kesekî bi motorsîkletekê li hemberî wesayîta sefaretxaneyê êrîşeke xwekujî pêk anî. Di bûyerê de 5 jê zarok 34 kes birîndar bûn û tedawiya wan dewam dike.

Berdevkê Talîbana ku berpirsyariya êrîşê girte ser xwe Zabîhûllah Mucahîd peyamek şand û diyar kir ku êrîş li hemberî hêzên dagirker ên biyanî ve hatiye kirin.