Li Îzmîrê protestoya tecawizê
Li Îzmîrê protestoya tecawizê
Li Îzmîrê protestoya tecawizê
Meclîsa Jin a Îzmîrê ya BDP’ê destnîşan kir ku li Kurdistanê tecawiz wek polîtîkayeke şerê taybet tê pêşxistin û xwest tecawizkarên li Çewlikê werin cezakirin.
Pêkhateyên Meclîsa Jin a Îzmîrê ya BDP’ê û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK)’ê bi daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê nerazîbûn li hemberî skandalên tecawizê yên li Çewlik û Midyadê nîşan dan.
Jinên ku li ber avahiya bajêr a BDP’ê ya Îzmîrê hatin gel hevdu pankarta, “Parastina tecawizê hevparî û şirîkatiya ji tecawizê re ye” vekirin. Di çalakiyê de timûtim dirûşmayên "Destên dirêjî jinê bibin bişkin”, "Bila leşkerên tecawizkar bên cezakirin", "Jin, Jiyan, Azadî" hatin gotin.
Endama Meclîsa Jin a BDP’ê Dîlan Baysal ku daxuyanî xwend bal kişand ser tacîz, tecawiz, îstîsmariya cinsî û şîddetê û got ku wek rêbazekî şerê taybet tê pêşxistin. Baysal axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di vê mijarê de tê xwestin ku li ser bedena jinê berxwedana gel û jina Kurd bê şikandin, bê çewisandin û xespkirin. Tecawizên ku li Çewlik û Midyadê rû dan berhema cinsiyetperestî, nîjadperestî û mîlîtarîzmê ye.”
Dîlan Baykal di dawiya axaftina xwe de wiha got, “Em bûyerên tecawizê yên li hemberî bedena jinê rû didin bi tundî şermezar û lanet dikin û pêwîst e tavilê leşkerên tecawizkar werin cezakirin.”