Li Îzmîrê pevçûn

Li Îzmîrê pevçûn

Piştî çalakiya li Îzmîrê ya ji bo piştgirîdayîna berxwedana Parka Gezî, di navbera girseya gel a dixwest bimeşe avahiya AKP'ê ya navçeya Konakê û polêsan de pevçûn derket.

Bi armanca piştgirîdayîna berxwedana pênc rojan a li Parka Geziyê, ev du rojin li Îzmîrê çalakî tên lidarxistin û îro pevçûn derket.

Bi hezaran kesên li Konak, Alsancak û deriyê Fûarê yê Lozanê li hev kom bûn, piştî çalakiya şermezarkirinê ber bi Meydana Basmane ve meşiyan. Çalakgeran xwestin li ber avahiya AKP'ê ya Konakê çalakiya protestoyî lidar bixin, lê li destwerdana bi bazê ya polêsan rast hat. Di pevçûnê de gelek kes ji ber gazê zerar dîtin û dirûşma "AKP îstifa    " qêriyan.