Li Îzmîrê karkerên Enerjî-Sen’ê di çalekiyê debûn!

Li Îzmîrê karkerên Enerjî-Sen’ê di çalekiyê debûn!

Karkerên ku di binyeya taşeronên şirketa Gediz Edaş di xebitin û li sendikaya DÎSK-Enerjî-Sen’ê rêxistin dibin, derxistina wan a ji kar protesto kirin.

Karkerên ku li ratgeha Sanayiya Bornova Metro hatin gel hev, ji vir heya pêş Bornova Tedaş’ê meşiyan. Di çalekiyê de parkartên ku li ser nivîsandina “karderxistinên li Gediz Edaş bila bi sekinin, karekî bi ewle û heqekî ku bi mirovane pê bê jiyan kirin dixwazîn.  Emê bigirîn/Enerjî-sen” hatin vekirin. Karkerên ku bi flameyên sendikayê û dovîzên ku daxwazên wan li ser nivîsî û bi meşaleyan meşiyan piştî hatin pêşiya Tedaş’ê daxuyaniyekî çapemeniyê dan.

Di daxuyaniya ku kirin de hate gotin ku sendîka li bajarê Aydin hatiye rêxistin kirin. gedîz Edaş ku li ser karkerên endamê sendîkayê ne kirî hate protesto kirin. Di civînên ku bi rêveberên şîrketan re hatin kirin diyar kirin ku daxazên karkeran ragehandine. Karkerên ku êriş û gefên taşeron û personelên saziyê yên li ser karkeran xwestin bila bi dawî bibin, diyar kirin  ku wê rêxistinbûnên sendîkayê bi parêzin.

Karkerên ku xwestin derxistinên wan ji kar bên rawestandin, heqekî ku bikaribin weke mirovan pê bi jîn û tûndiyên ku li cihên wan yên kar tên pêk anîn bên sekinandin diyar kirin ku wê tekoşîna xwe berdewam bikin. Daxuyaniya çapemeniyê bi van gotinan bi dawî bû: “Me heya roja îro berpirsiyariyên sendika me û endamên ku qeydî karkerên enerjiyê me bi zêdehî jî aniye cih. Em dixwazîn ku rayedarên şîrketan jî tişta dikeve ser wan bînin cih, li dijî vêna wê karkerên enerjiyê hêza wan ya ku ji hilberînê tê neçarî bi karanînê bibin û di serî de Îzmîr hemû pirsgirêkên ku li Aydinê bên jiyîn tenê berpirsê wan wê hûn bin.”

Di çalekiyê de dirûşmeyên weke “Em ne kole, karkerîn, ger bi rêxistin bîn bihêzîn!”, “bi berxwedan berxwedanê emê serbikevîn!”, “Li dijî înada sendikayê înada DÎSK!” û “Sendîka nikare mafê me asteng bike” qêriyan.