Li Îzmîrê dê şeva 'aştî û hunerê' bê lidarxistin

Li Îzmîrê dê şeva 'aştî û hunerê' bê lidarxistin

Li Îzmîrê dê komên şanoyê şahiyek bi mijara 'aştî û hunerê' lidar bixin. Di çarçoveya çalakiyê de wê daxuyanî li çapemeniyê bê dayîn û konser were organîzekirin. Di daxuyaniyê de wê bal were kişandin ser leşkeriya bi zorê û pirsa "Gelo em neçarin bikujin, bidin qetilkirin, dest biavêjin" were kirin.

Tiyatroya Yenîkapi, Yekitiya Tiyatroyên Tirkiyê, Platforma Tiyatroyê û Tiyatroya Şaredariya Gazîemîrê bi mijara "Aştî û Huner" çalakiyan lidar bixin. Di çarçoveya çalakiyên sibê de, wê saet di 15:30 de li ber Yakin Kîtap Evî ya Alsancakê daxuyanî li çapemeniyê bê dayîn, saet di 20:00 de li AKM ya Gazîemîrê konser were dayîn û axaftin werin kirin.

'GELO EM NEÇARIN QETIL BIKIN Û DEST BIAVÊJIN?'

Di daxuyaniya çapemeniyê ya der barê çalakiyan de wiha hat gotin:

"Çima kurê cîranê me, destê wî bi kelepçeyê girê didin û dibin şûbeya leşkeriyê? Yan jî çima xwekuştin (!) ên leşkeran bi giranî tê serê mirovên li dijî artêş, îdeolojiya dewletê, tê serê zarokên xizanan, tê serê hevzayendan, tê serê kesên naxwazin çekê hilgirin? Ji bo emperayalîzm, nîjadperestî, zexta baweriyê, neteweperestiyê gelo em neçar in şer bikin, bikujin, qetil bikin, gundan bişewitînin, dîl bigirin, îşkence bikin, dest biavêjin?"

BEŞDAR

Bernameya beşdaran jî wiha ye: "Alî Riza Ozbîlgîç, Asli Ongoren, Dûygû Yayla, Fîgen Yuksekdag, Gurol Tonbûl, Hakan Kîrezcî, Halî Akçatepe, Halûk Işık, Kemal Orûç, Mehmet Esatoglû, Mesût Kara, Mûsafa Seyhan Kûrag, Orçûn Masatçi, Orhan Alkaya, Orhan Aydin, Ragip Yavûz, Seçkîn Kaymaz, Temel Derîer, Tûncer Cucenoglû, Tûrgay Tanulku, Ûmût Tekîn." 

Bi stranên xwe dê Grûp Gundogarken, Praksîs û Saykî jî bi bernameyê de cih bigirin.