Li Îzmîrê damezirandina PKK'ê bi şahiyekê hat pîrozkirin
Li Îzmîrê damezirandina PKK'ê bi şahiyekê hat pîrozkirin
Li Îzmîrê damezirandina PKK'ê bi şahiyekê hat pîrozkirin
Hevserokê BDP'ê yê Îzmîrê Yusuf Kaya, di şahiya salvegera damezirandina PKK'ê de Pêşengên PKK'ê bibîr anî û wiha got: "Me bi Rêberiyêre destpê kir, Emê bi azadiya Rêberiyê bi dawî bikin."
Li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê Rêxistina BDP'ê, bi minasebeta 35. salvegera damezirandina PKK'ê li avahiya rêxistina BDP'ê şahî li dar xist. Gelek welatî, Hevserokê BDP'ê yê Îzmîrê Yusuf Kaya, û rêveberên BDP'ê yên naven û navçeyên Îzmîrê tevlî şahiyê bûn. Li salona şahiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 Jinên siyasetmedar ên kurd ku li Parîsê hat qetilkirin hatin daliqandin. Di şahiyê de Hevserokê BDP'ê yê Bayrakliyê Cesîm Altindag axivî û diyar kir ku PKK di 27'ê Mijdarê de li gundê Fîsa Licê ya Amedê bi civîna 22 delegeyan ava bû û wiha got: "Wê rojê hat armanckirin Kurdistan ji mêtîngeriyê bê xilaskir û Dewletek kurdan a serbixwe bê damezirandin û li gel wê cudahiya di navbera çînan, mêtîngerî û feodalîzim ji holê bêrakirin hat armanckirin."
Hevserokê BDP'ê yê Îzmîrê Yusuf Kaya jî pêşengên PKK'ê bibîr anî û wiha got: "Me bi Rêberiyêre dest pê kir, Emê bi azadiya Rêberiyê bi dawî bikin." Piştre Endamê Meclîsa BDP'ê Selahattîn Işik jî anî ziman ku roja 27'ê Mijdarê Roja vejînêye û kesên ku di tekoşînêde jiyana xwe ji dest da bibîr anî û têkoşîn hîn jî berdewam dike û wiha got: "Heta ku Rêberê Gelê Kurd neyê nav me têkoşîn berdewam dike xilasnabe. Projeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan HDP ew gelek xistine nava kelhêcanê. HDP partiya meya bingehînin. Em bi Gelen Tirkiyeyê re bi yên bindest re têkoşîna xwe berdewam dikin."