Li Îzmîrê 30 jê zarok 197 kes hatin binçavkirin

Li Îzmîrê 30 jê zarok 197 kes hatin binçavkirin

Li Îzmîrê piştî ku ji bo piştgirî dayîna berxwedana Parka Gezî ya li Taksîmê polîsan tundî bikaranî, pevçûnan rû da û hêjmara kesên di pevçûnan de hatî binçavkirin aşkera bû.

Hate hînbûn ku, di pevçûnên ku heta serê sibehê domkir, 30 jê zarok bigiştî 197 kes hatin binçavkirin.

Parêzerên ÎHD’ê destnîşankirin ku, zarokên hatine binçavkirin li şûna ku bibin şûbeya zaroka ya emniyetê li midûriyeta polîsan ya Îzmîrê têne ragirtin.

Xizmên kesên hatine binçavkirin, li ber midûriyeta polîsan radiwestin.