Li Îzmîrê 28 sazî bo aştiyê hatin cem hev
Li Îzmîrê 28 sazî bo aştiyê hatin cem hev
Li Îzmîrê 28 sazî bo aştiyê hatin cem hev
Li ser banga Komeleya Mafê Mirovan a Îzmîrê (ÎHD), 28 saziyên civaka sivîl û nûneriyên partiyên siyasî ji bo piştgiriya pêvajoya aştiyê xebat dan destpê kirin.
28 saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî guh dan banga piştgiriyê ya ÎHD’ê û li Lokala Komeleya 78’an a Egeyê û civîneke pêk anîn.
Di civînê de di derbarê pêvajoyê de nirxandin hatin kirin û bi armanca pişgirîdayîna pêvajoya aştiyê rêbazên dikarin bê şopandin hatin nirxandin.
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî, di civîna yekemîn de, ji bo koordînasyonê heyetek ava kirin û ji bo ku pêvajoya ji vir şûn ve bi rêxistî bin, xebat dan dest pêkirin.
Sazî dê di rojên pêş de careke din bên cem hev û dê tevlîbûna xwe zêdetir bikin û hedef dike ku li Îzmîrê daxwaza aştiyê bilindtir bike.