Li Îzlanda cara yekem polîsan bi çekê kesek kuşt
Li Îzlanda cara yekem polîsan bi çekê kesek kuşt
Li Îzlanda cara yekem polîsan bi çekê kesek kuşt
Îzlandaya ku şêniya wê 322 hezare di dîroka wê de cara yekem ku polîs li dijî kesekî çekê bi kar tîne. Îzlanda ku yek ji welatên rêjeya suc lê kême, di dîroka welat de cara yekem li dijî kesekî polîs çekê bi kar tîne û vî kesî jî jiyana xwe ji dest da.
Boyera ku di dîroka Îzlanda de cara yekem çêdibe, Mûdurê Polîsên Navnetewî yê Îzlanda Heraldur Johannessen bi civînekî çapemeniyê li Reykjavik’ê raya giştî agahdar kir.
Îzlandaya ku hejmara şêniya wê 322 hezare ku welatê ku herî kêm polîs lê çek bi kar tîne û di rewşa welatên di Cîhanê de herî kêm suc lê tê kirine.
Boyer wiha çêbû: Kesê qurbanê boyerê ku temenê wî nêzî 60 saliyê li apartmana ku bi tenê lê dijiya li ser Paytex Reykjavik’ê dest bi gule baranê kir. Boyera ku di şeva navbera Şemî-Yekşemê de çêbû polîsan destpêkê bîna vala kir. Piştre jî hewilda ku li gel qurban bikeve têkiliyê. Piştre jî bi avêtina bombeyên gazê hewildan ku kesê qala gotinê ye bê bandor bikin.
Mûdurê Polîsên Paytext Reykjavik’ê Stefan Eiriksson wiha got: “Ev hemû bi kêr tiştekî ne hatin. Kesê qurbanê boyerê di pencereyê de qasî jê hatî dest bi gule baranê kir.”
Eiroksson ku diyar kir di saet 6’ê siharê de ekîbekî pispor bi ketina bînayê re cardin qurban dest bi gulebaranê kir, li ser vê yekê polîsan jî kesê ku qala gotinê ye kuştin.
Mûrurê Polîsên Navnetewî yê Îzlanda Heraldur Johannessen wiha ragehand: “Ji bo malbatê em sersaxiyê dixwazîn.” Her wiha di nava agahiyên hatine dayîn de sedemê ku kesê qala gotinê ye ka çima gule avêtine, deye.