Li Îtalyayê ji bo piştgirîkirina bi berxwedan girtiyan re çalakî
Her ku diçe çalakiyên piştgîriya ji bo greva birçîbûna girtiyên Kurd ên li girtîgehên Tirkiyeyê berfireh dibin, bi vê armancê li bajêra Milano yê Îtaliya çalakiyek hate lidarxistin.
Her ku diçe çalakiyên piştgîriya ji bo greva birçîbûna girtiyên Kurd ên li girtîgehên Tirkiyeyê berfireh dibin, bi vê armancê li bajêra Milano yê Îtaliya çalakiyek hate lidarxistin.
Çalakî ji pêşiya Pîzza Dûomoîro di saet 15:00’na de bi tevlîbûna bi dehan Kurdistanî û dostên wan ve despê kir. Di çalakiya wê 3 rojan dom bike de, belavok hatin belavkirin, gelê Îtalyayê jî eleqe nîşanî çalakiyê da.
Çalakiya ku ji aliyê Komîteya Kurdên li Mîlanoyê ve hate amadekirin ku partiyên çepên Îtalyayê jî piştgirî kirin, wê 3 rojan bidome. Her wiha bi heman armancê li bajarê Torîno jî çalakiyek hate lidarxistin.
Di vê çalakiyê de çalakgeran ji bo gelê Îtalyayê behsa berxwedana girtiyên ev 59 roj in di greva birçîbûnê de ne kirin.