Li Îtalya û Cinevê bangên azadiya Ocalan û dengê NA

Li ber avahiya şaredariya Pîsa a Îtalyayê azadiya Ocalan hat xwestin. Bi piştgiriya şaredariyê jî li avahiya şaredariyê pankart hatin daliqandin.

Li bajarê Swîsre Cinevê jî di civîna gel de dijî dîktatoriya Erdagan banga 'NA' hat kirin.

PÎSA

Li bajarê Îtalya Pîsa yê Komîteya Kurd û dostên Kurdan li ber avahiya şaredariya Pîsayê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya çapemeniyê de banga berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Parlamenterên HDP'ê û hemû girtiyên siyasî hat kirin. Serokê Şaredariyê û Endamên Meclîsê pankarta bi navê 'Ji bo Rêber Ocalan azadî, Ji bo Parlamenterên HDP'ê azadî û ji Kurdistanê re aşitî ' piştgirî da.Çalakgeran diyar kirin ku wê pankart 2 hefteyan daleqandî bimîne, her wiha bang li raya giştî hat kirin ku bi hev re  li dijî faşîzma Erdogan helwest were nîşandan. Di heman rojê de Şervanê YPG'ê Davide Grasso li Zanîngeha Pîsa bi  150 xwendekarî  re civînek li dar xist. Davide Grasso behsa Şoreşa Rojava û avakirina Konfederalîzma Demokratîk kir û got ku li dijî DAIŞ'ê gelek serketin bidest xistine.Grasso diyar kir ku pêwîst e welatên Ewropa li dijî DAIŞ'ê helwest nîşan bidin.

CINEV

Li bajarê Swîsre Cinevê bi tevlîbûna Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyîldiz û Parlamentera Wanê Tûgba Hezer civîneke gel di derbarê rojeva siyasî û referandûmê de hat lidarxistin.,Civîn bi tevlîbûna bi dehan Kurdistanî pêk hat, civîn li salona Mahatma Gandhî bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir.Di civîna gel de Faysel Sariyîldiz axivî û Sariyîldiz balkişand ser tekoşîna li dijî rejîma dîkta ya Erdogan û AKP'ê û behsa giringiya berxwedana Kobanê, Sur û Cizirê kir. Sariyîldiz wiha domand; "Rejîma AKP’ê û Erdogan ji bo ku li qada navnetewî neyên darizandin sistema yek zilamiyê dixwazin bînin Tirkiyeyê. Dixwazin bi sîstema serokatiyê sîstema dîktatoriyê qanûnî bikin. Bi karanîna dengê NA ya di referandûma 16'ê Nîsanê de ji hilbijartinên 7'ê Hezîran û 1'ê Mijdarê giringtir e."Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer jî axivî û  balkişand ser tekoşîna rolê jinan ya dijî sistema înkar û îmhayê ya Erdogan û AKP'ê û wiha got; "Bi rêxistinî û bi biryardarî em ê ji bo referandûma ku di 16'ê Nîsanê de ji bo dîktatoriyê tê kirin bêjîn NA û em ê vê sistema qirêj bigûherînin.’’