Li Îtalya ji bo azadiya Ocalan 40 hezar îmze hatin komkirin
Li Îtalya ji bo azadiya Ocalan 40 hezar îmze hatin komkirin
Li Îtalya ji bo azadiya Ocalan 40 hezar îmze hatin komkirin
Di kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê birêvebirin de hat gotin ku 40 hezar îmze hatine komkirin.
Komîteya Îtalya ya Kampanyaya Îmzeyan a di asta Navneteweyî de tê berdewamkirin, têkildarî komkirina îmzeyan li paxtext Îtalya civîna çapemeniyê li dar xist.
Di civînê de endamê komîteyê Erdal daxuyanî da. Erdal got ku di giştî Îtalyayê de 40 hezar îmze kom kirine.
Erdal destnîşan kir ku îmzeya hatiye komkirin pirr girîng e û bi gotina, “Ji ber ku her îmze ji bo azadiya Rêber Apo ye. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e” her kesê îmzeya xwe avêtine û di xebatan de cih girtine spas kir.
Cahîde Nisêbîn a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd 7 hezar îmze kom kirine, got ku hedefa wê komkirina 15 hezar îmze ne û banga tevlîbûnê li tevayî gelê Kurd kir. Nisêbin axaftina xwe wiha berdewam kir: “Kampanyaya îmzeyan li her cihî berdewam dike. Pêwîst e hemû Kurd di vê xebata pîroz de cih bigirin.”
Yek ji dostên Kurdan Alessîa Montuorî ku bi awayekî aktîf beşdarî kampanyayê bibû, di axaftina xwe ya kurt de anî ziman ku ji bo bi gelê Kurd re di nav piştevaniyê de ye kêfxweş e û got, ew deyndarê Ocalan e û lewma wê kampanyayê destek dikin.
Dema daxuyanî dihat dayîn ciwanên Kurd dirûşmayên “Bijî Serok Apo” gotin. Ciwanan dan xuyakirin ku ji bo rêberê xwe Ocalan wê kampanyayê berfireh û mezin bikin.
Civîna çapemeniyê di dirûşmayan bi dawî bû.