Li Îstîklal û Siraevlerê pevçûn

Li Îstîklal û Siraevlerê pevçûn

Piştî Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan li Enqereyê gef xwawrin, polîsan êrîşî Parka Gezî ya Taksîmê kir û êrîş hêjan didomin. Her wiha polîsan bi ava şid êrîşî girseya li ser rêya Îstîklal û Siraevlera kir.

Piştî ku polîsan êrîşî Parka Gezî ya Taksîmê kir, girseya qelebalix li ser rêyên Îstîklal û Siraevleran kombûn. Girseya ku slogan avêtin, polîsan bi ava şid êrîş kir. Li ser vê pevçûnê rû da. Bûyer hêjan didomin.

Di vê navberê de, hate hînbûn ku di dema êrîşa li ser Parka Gezî de berxwedanvanên birîndarbûyîn bi alîkariya dixtorên bidil yên lobiya otelekê de mudaxeleya destpêkê hate kirin û sewqî nexweşxaneyan hatin kirin.

Hate dîtin ku, ji bo birîndaran gelek ambulans ketin Qada Taksîmê.