Li Îsraîlê hilbijartina giştî

Li Îsraîlê hilbijartina giştî

Li Îsraîlê gel ji bo endamên parlementoyê diyar bikin dest bi deng dayînê kirin. Li gorî lêkolînên rayagiştî dê careke din Serokwezîr Benyamîn Netanyahû dê bê hilbijartin, lê belê tê texmîn kirin ku, piraniya parlementoyê ya partiyê dê lewaz bibe.

Li Îsraîlê ji bo hilbijartinên giştî ji hezarî zêdetir sandiq hatin danîn û deng dayîn jî ji demjimêr 07.00’an de destpêkir. Di hilbijartina giştî de ku 5.66 milyon hilbijêr dê bikarin dengê xwe bikar bînin, dê heta demjimêr 20.00’an vekirî bimînin, encamên destpêkê jî piştî girtina sandiqan dê bêne aşkera kirin.

Li gorî lêkolînên rayagiştî tê dîtin ku hikumetek ya rastgir derbikeve. Di anketên dawî yên hatine kirin de, derdikeve holê ku partiya Likud ya Serokwezîr Benyamîn Netenyahû û îtîfaqa Partiya Îsraîl Mala me ye dê di Knesseta (Parlementoya Îsraîlê) xwedî 120 endamî, 32 kursiyan qezenc bike. Partiyên ku di hilbijartinên 2009’an de cûda cûda tevlî hilbijartinê bûyîn 42 parlementer biribûn. Bi piştgiriya partiyên rastgir Netenyahû hewil dide kursiyan bigehîne 63’an û hikumetê ava bike.

Li beramberî îtîfaqa Likud-Îsraîl Mala me ye ku di anketan de li pêşe jî, di demên dawî de partiya netewperest ya binavê Bayit Yehûdî (Mala Yahûdî) hêzê qezenc dike. Partiya Mala Yahûdî ya di bin serokatiya Midûrê taybet yê berê yê Netanyahû û karsaz Naftalî Bennett li dijî fikra çareseriya du dewletî derdikeve û dibêje pêwîste Şerîa Rojava bê dagirkirin. Partiya Mala Yahûdî ku raste rast hilbijêrên partiya Netanyahû hedef digire, çav lê ye ku di hilbijartinê de 14 kursiyan qezenc bike û di Knessetê de bibe partiya sêyemîn.

Partiya Karkeran jî ku hêjan 8 kursiyên wê hene, bipiştgiriya kesên bertekê nîşanî polîtîkayên aborî yên hikumete didin, tê texmîn kirin ku 18 kursiyan bibin û bibe partiya duwemîn. Partiya Karkeran tevlîbûna koalîsyonê qebûl nekir.