Li Îskandînavyayê bo Sûriyeyê banga cîhadê

Li Îskandînavyayê bo Sûriyeyê banga cîhadê

Di encama lêkolînên serwîsên îstîxbaratê ya Îskandînavyayê de tê dîtin ji Swêd, Danîmarka, Norveç û Fînlandyayê 140 ciwanên  ji rêxistina olî ji bo li Sûriyeyê şer bikin çûne Sûriyeyê. Pisporên terorê jî da zanîn ku hejmara wan nayê zanîn lê hejmara rastîn nîşan dide ku bi sedan ciwan çûne Sûriyeyê û Kurdistanê.

Rêxistinên îslamî yê Norveç, Danîmarka û Swêdê ji bo ciwana biçînin Sûriyeyê gelek rêbazan bikartîne. Ciwanên misliman yê xizan ji bo wan gerên Rojhilata Navîn û welatên Bakurê Efrîkayê ger tê organîzekirin. Ciwanên tevli van geran dibin, perwerde çekan digirin.  Di çapemeniya civakî, youtube û mizgeftan de ji bo ciwna biçin Sûriyeyê teşwîq tê kirin.

Di fîlmên li ser youtube de nîşan didin de, ji ciwanan re tê gotin ku misliman  bi awayek hovane tên qetilkirin.

LI MIZGEFTA GOTEBORG BANGA CÎHADÊ

Polîsên Swêdê da zanîn ku 30 ciwan bi armanca şer bikin şandine Sûriyeyê. Yên çûne piraniya wan li Goteborg û derdora wê dijîn. Sedema vê jî li vê derdorê oldar pir bi hêzin û hinek mizgeftan bi vê armancê bikartînin.

Rojnameya Posten a Goteborgda zanîn ku li du mizgeftên Goteborgê di nimêjên înê de ji bo li Sûriyeyê şer bikin, banga cîhanê hatiye kirin. Beşeke kesên çûne mizgeftê ev agahî piştrast kirin, bersivê mizgeftê Mohammad El Altî got agahiya wî ji waazek wisa nîne.

Mizgefata li  Goteboorgê bi pereyê ku Suudî Erebîstanê şandiye ku piştgiriyê die ‘Artêşa Azad a Sûriyeyê û El Nusra’ ve hatiye çêkirin.  Kesejî ji mizgefetê, peywirdarên mizgeftê nîşan da û got ew li dijî Esadin.

Ciwanên ku Swêdê diçin hemû ji derdora Goteborg diçin û yên xizanin. Hat gotinku di nava wan de zarokên 15 salî jî hene. Heta niha 4 ji Goteborg bi giştî 7 kesî ji Swêdê jiyana xwe ji dest da.

 EM JI BI DEWLETA ŞERÎATÊ AVA BIKIN DIXEBITIN

Ji radyaya Swêdê Serwîsa Ekot, bi ciwanekî 20 salî yê ji Goteborgê tevli refên El Nusra bûne bi ser Skype axivî.  Bîlal diyar dike ku ew 7 mehe li wir di nava El Nusra de li dijî rejîmê şer dike û got armanca wan eve ku dewleteke şerîatê ava bikin. Bîlal di dema hevdîtinê got ji ber ku di sînorê tirkiyeyê de xet baş nakşîne û got piştî talîmatê bidinê dê biçe herêma xwe. Bîlal got: “Ez êdî venagerin. Înşalah ez şehîd bikevim. Ez bang li xizmên xwe jî dikim bila tefli şer bibin.”

MELE BANGA TEVLIBÛNÊ DIKE

Teşkîlata îstîxbarata Danîmarkayê da zanîn ku 65 ciwan çûne Sûriyeyê. Ji vana 6 kesanjî jiyana xwe ji dest daye.

Polîsê Danîrmayê ev demek bû bi veşarî der barê mizgefta Quba û meleyê wê Abu Ahmed a li Kopenhagê de lêkolînan dike. Şefê midûriyeta polîsan Jens Moller got li mizgeftan banga tevlibûna şerê li Sûriyeyê tê kirin û ciwan teşwîqê sûc dikin. Hate diyar kirin ku mele Abu Ahmet li Facebookê, bi waazên xwe ciwanan teşwîqê tevlibûna El Nusra dike.

Hat hînbûn Abu Khattab yê li Federasyona Selefî ya Danîmarkayê nûnerê dikir û waaz dida ciwanan jî tevli El Nusra bûye. Çend roj berê di du filmên cuda yên ser youtube de Khattab bang li ciwanên Danîmarkayê dike ku tevli şerê Sûriyeyê bibin.

Hat diyar kirin ku koma ji aliyê Abu Khattab ve hatiye avakirin ji sala 2001’ê heta niha di çapemeniya Danîmarkayê de tên nîqaşkirin û ji aliyê PET ve tê şopandin.

Polîsê Norveçê jî dea zanîn ku ji Norveçê herî kêm 40 ciwan tevli El Nusra bûne û çûne Sûriyeyê. Rojnameya Aftenposten diyar kir ku dibe ku ev hejmar di ser 40’î de bin û herî kêm 60 ciwan çûne Sûriyeyê.

Polîsê Ewlehiyê yê Fînlandiyayê jî da zanîn ku herî kêm 10 kes ji bo tevli şer bibin çûne Sûriyeyê.

Nayê zanîn ku ji Ewropayê û Îskandînavyayê bi giştî çend kes tevli serê Sûriyeyê bûne. Lê pisporê navenda Navnetewî ya ICSR’ê Aaron Y. Zelîn da zanîn ku ji welatên din di navbera 2000 û 5500 hezar kes tevli şerê li Sûriyeyê bûne. Ji vana 135 û 590 kes ji Ewropayê çûne.

Teşkîlata îstîxbarata welatên Ewropayê jî da zanîn ku di navbera 500 û 600 kes ji Ewropayê çûne Sûriyeyê.

VEGERA WAN RÊXISTINAN DIKE FIKARÊ

Rêxistinên îstîxbaratê û siyasetmedarên Ewropa û Îskandînavyayê vê rewşê tenê temaşe dikin. Fikara herî mezin ya rêxistinên îstîxbaratê eve ku ne mirin an jî pêkanîna komkujiyê ya ciwanan,  piştî ev ciwan vegerin dê li welat çalakiyên herêmê pêk bînin, wan dike nava fikaran.

 Şefê analîzê yê Sapo Johathan Peste got fikara me eve ku piştî vegerin Swêdê dê li van deran jî êrîşan pêk bînin.

Polîsê Norveçê şefê analîzê Jon Fîtje Hoffman jî got yên çûne Sûriyeyê vegera wan bi xetere.

Rayedarên Teşkîlata Îstîxbarata Danîrmarkayê jî got ew bi fikar li vegera van kesan dinêrin û got dê çalakiyên terorê pêk bînin.

Der barê mijarê de nûnerên PYD’ê yê Ewropayê Zuhat Kobanî axivî û got welatên Ewropayê bi zanebûn ciwanan tevli qadên El Nusra û OSO dike û got di vê yekê dixwazin li ser Sûriyeyê serdestiya xwe ava bikin.