Li Iraqê xwepêşandan jî krîza hikumetê jî dewam dikin

Li Iraqê xwepêşandanên li dijî hikumetê nêzî 5 meh in dewam dikin. Hikumet hîn jî ava nebûye. Mûhammed Tevfîk Allawî yê ji bo avakirina hikumeta nû hate wezîfedarkirin, xuya ye karê wî zor e.

Li Iraqê, xwepêşandanên ku di 1'ê Cotmehê de li dijî hikumetê dest pê kirin dewam dikin. Li gorî hin çavkaniyan, di xwepêşandanên dijî hikumetê de heta niha 545 kesî jiyana xwe ji dest dan, 24 hezar kes jî birîndar bûn. Li gorî hin çavkaniyan jî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan 600 derbas kir û yê birîndar jî nêzî 30 hezar kesî ye.

Li gorî Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê, di xwepêşandanên dijî hikumetê de 545 kesî jiyana xwe ji dest dan ku 17 ji wan wezîfedarên ewlekariyê ne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ji roja destpêkê ya xwepêşandanan ve 24 hezar kes jî birîndar bûn. Ji 1'ê Cotmeha 2019'an dema destpêkirina xwepêşandanan ve 2 hezar û 800 kes hatin girtin. 38 jê ne di nav de, hemû hatin berdan. Tê gotin ku 38 kesên girtî ji ber tevlî bûyerên kuştinê bûne tên sûcdarkirin.

Aqûbeta 79 kesên di dema xwepêşandanan de ji aliyê kesên nenas ve hatin revandin nediyar e. Ji kesên hatin kuştin 56 ji wan bi hinceta ku pêşengî ji xwepêşandêran re kirine ji aliyê nenasan ve bi sûîqestê hatin kuştin.

HELWESTA SADR A DI KRÎZA HIKUMETÊ DE

Li ser daxwaza xwepêşandêran Serokwezîr Adil Abdulmehdî ji serokwezaretiyê îstifa kir. Serokkomarê Iraqê Berhem Salih ji bo hikumetê bi Sûnî, Şîa û Kurdan re hevdîtin kir. Lê belê ji hevdîtinan encam wernegirt û ji ber vê yekê jî di destpêka meha Sibatê de Mûhammed Tewfîk Allawî ji bo avakirina hikumetê wezîfedar kir. Di serî de lîderê Tevgera Sadr lîderê Şîa Mûqteda El Sadr gelek hêz û derdoran bi şert piştgirî dan Allawî ji bo hikumetê ava bike. Du hefte piştî wezîfedarkirina Allawî, Sadr gef lê xwar û got, "Eger di nava hikumeta nû de wezîfeya wezîrtiyê radestî endamekî partiyekê bê kirin wê di nava sê rojan de hikumetê xera bikin". Sadr ji destpêkê ve diyar dike ku ew dixwaze li Iraqê hikumeteke teknokrat bê avakirin. Ji ber vê yekê jî dixwaze ku di nava hikumeta nû de endamên partiyan nebin.

PDK'Ê HIKUMETA DÛRÎ JI PARTIYAN RED KIR

Allawî tevî kuk avakirina hikumetê bi partiyan re ji xwe re nekir esas, bi gelek partiyan re li ser avakirina hikumeta nû hevdîtin kir. Hin ji partiyan piştgiriya wî kirin. Tê gotin ku hin ji partiyan jî bi erênî nêzîk nebûne.

Pêvajoya ji bo avakirina hikumeta Allawî ya ji kesayetên serbixwe dewam dike. PDK'ê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Sekreterê Polîtburo ya PDK'ê Fazil Mîranî demeke kurt beriya eşkerekirina hikumeta nû ya Allawî, têkildarî mijdarê daxuyanî da û li ser xebatên avakirina hikumeta nû û tevlîbûna Kurdan got, "Kes nikare li şûna Kurdan biryarê bide."

Mîranî ji rojnamevanan re axivî û îdîa kir ku di mijara avakirina hikumeta nû de ew ne bi çavên PDK'ê, lê bi çavên Kurdan li mijarê dinerin.

Mîranî her wiha diyar kir ku heyeteke ji partiyên Kurdistanî wê îro biçe Bexdayê û bi partiyên Sûnî û Şîa re hevdîtinan bike.

Mîranî diyar kir ku li Bexdayê kes nikare bi navê alên Kurdistanî biryarê bide û got, "Tenê em dikarin navan eşkere bikin û bêjin ku ev kes wezîrên me ne."

ALLAWÎ: SÎSTEMA LI IRAQÊ WÊ HILWEŞE!

Allawî jî ku ji bo avakirina hikumetê hevdîtinan dike, anî ziman ku eger hikumeta ew ava bike hilweşe wê li Iraqê sîstem jî hilweşe.

Li gorî nûçeyên medya Iraqê, siyasetmedarê serbixwe Mûhammed Allawî got, "Eger hikumeta bê avakirin hilweşe, sîstema siyasî ya piştî sala 2003'an li Iraqê ava bû û welat wê bi temamî hilweşin."

Allawî herî dereng divê heta destpêka meha Adarê lîteya desteya wezîran a hikumetê pêşkêşî dengdana hikumetê bike.