Li Iraqê êrîşên bombeyî: Yek jê dadger 6 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Iraqê êrîşên bombeyî: Yek jê dadger 6 kesan jiyana xwe ji dest da

Di êrîşên li Bexda, Nînova û Tîkrîtê de, yek jê dadger, 3 jê leşker bi giştî 6 kesan jiyana xwe ji dest da. Herî kêm 10 kes birîndar bûn.    

Li Iraqê bajarê Tîkrîtê li nêzî mala dadgerekî di maşîneyeke parkkirî de teqîn pêk hat. Di teqînê de dadger jiyana xwe ji dest da, hevsera wî bi giranî birîndar bû. Di teqîna din a li paytext Bexdayê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 5 kes jî birîndar bûn. Li Nînovayê jî li hemberî leşkerên di maşîneyê de diçûn êrîşeke bombeyî pêk hat, di encam de 3 leşkaran jiyana xwe ji dest da, 4 jî birîndar bûn.

Li başûrê Iraqê jî li hemberî dewriyeyek polîsan êrîşek pêk hat, di encama wê êrîşê de 3 polîs birîndar bûn. Li bajarê Başûrê Kurdistanê Kerkûkê jî kesên çekdar ku mirovek kuştin, kurê wî birîndar kirin.   

Di êrîşên duh de jî 9 jê leşker 24 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Pispor destnîşan dikin ku şîddeta li Iraqê gihiştiye asta sala 2008’an. Tenê di êrîşên meha Tîrmehê de 1000 kesan jiyana xwe ji dest da.