Li Iraqê êrîşa xwekujî: 12 mirî, 25 birîndar

Li Iraqê êrîşa xwekujî: 12 mirî, 25 birîndar

Li bakurrojhilatê Bexdayê di encama êrîşeke xwekujî ya li hemberî merasîmeke cenaze de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, 25 kes jî birîndar bûn.

Li bakurrojhilatê paytexta Iraq Bexdayê li bajarokê Muqdedyayê, di merasîma cenazeyê yek li lîderê eşîreke Sunî ya alîgirê hikûmetê, êrîşeke xwekujî rû da.

Rayedarên polîsan diyar kirin ku di encama êrîşê de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, 25 kes birîndar bûn.

Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser milê xwe.

Duh jî li Iraqê di nav de polîs û lîderekî 2 eşîrên Sunniyan û kurê wî dinav de cenazeyê 18 kesan hatibû dîtin. kesên mijara gotinê li nêzî Bexdayê hatibûn revandin.

Iraq, di nava 5 salên dawî de pêla herî dijwar a êrîşan dijî.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî 158 jê polîs û 127 leşker bi giştî 979 kes bi tenê di nava meha Cotmehê de di êrîşên li Iraqê de jiyana xwe ji dest dan. Tê gotin ji meha Çileya 2013'an û vir ve zêdeyî 6.500 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Ev yek ji sala 2008'an û vir ve hejmara herî bilind e ku di nava salekê de mirov jiyana xwe ji dest dane.