Li Iraqê di Mijdarê de 19 kes hatin darvekirin

Li Iraqê di Mijdarê de 19 kes hatin darvekirin

Di navbera 7-19'ê Mijdarê de li Iraqê 19 kes bi sûcdariya 'terorê' hatine darvekirin.

Wezareta Dadê ya Iraqê  di daxuyaniyekê de da diyar kirin ku, di navbera 7-19’ê Mijdarê de 19 kesên bi sûcê terorê hatine gunehbarkirn darvekirine.

Wezaretê Dadê da destnîşan kir ku, ev kesên ku hatine darvekirin li dijî gelê Iraqê êrîşên terorîstî pêkanîne.

Bi giştî li gorî raporan ji sala 2012’an ta niha 151 kes ji aliyê dewlata Iraqê ve hatine darvekirin.