Li Iraqê di mehekê de zêdetirî 1000 kesî hatin kuştin

Li Iraqê di mehekê de zêdetirî 1000 kesî hatin kuştin

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku, di nava meha Gulanê de li Iraqê 1 045 kesan jiyana xwe ji dest da û nêzî 2 400 kes jî birîndar bûn.

Ji şerê di navbera mezheban ya di navbera salên 2006-2007’an û vir ve de meha Gulanê bû meha herî bixwîn. Li gorî NY di nava mehekê de herî kêm 1 045 kesan jiyana xwe ji dest da. Hêjmara kesên ji meha Nîsanê û vir ve jiyana xwe ji dest dayîn jî nêzî 2 000’an bû.

Di meha Gulanê de rageşiya di navbera rêveberên Şiî û civaka Sunî ya di rewşa kêmenetewan de bîlançoya tundiyê giran bû. Suniyên ku didin diyarkirin rastî polîtîkayên marjînalkirinê tên, dixwazin Serokwezîrê Şiî Nûrî Malikî îstîfa bike.

Dîsan tê gotin ku, bi bandora bûyerên li Sûriyeyê jî baskê El Qaîdê yê Iraqê her ku diçe çalakiyên xwe zêde dike.