Li Iraqê di meha Tîrmehê de nêzî hezar kesî mirin
Li Iraqê di meha Tîrmehê de nêzî hezar kesî mirin
Li Iraqê di meha Tîrmehê de nêzî hezar kesî mirin
Li gorî daneyên hikûmeta Iraqê li welat di meha tîrmehê de nêzî hezar kesî jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî daneyên hikûmetê dane, li seranserê Iraqê meha borî herî kêm 921 sivîl, polîs û leşker mirine û hezar û 567 kes jî birîndar bûne. Li gorî rêveberiya Bexdayê di nava vê demê de 68 terorîst hatine kuştin.
Mîsyonê Iraqê yê NE’yê jî da zanîn ku hezar û 057 kes mirine û 2 hezar û 326 kes jî birîndar bûne. Berpirsê Mîsyona Iraqê ya NY’ê Gyorgy Busztîn da zanîn beriya 5 salan pevçûnên wisa bi êş hatibû jiyan û ji wê demê heta niha cara yekemîn bîlançoyek wisa giran tê jiyîn. Piştî dagirkirina Amerîkayê di navbera 2006-2007’an de di navbera Şîî û Suniyan de şerê mezhebî pêk hat û bi dehzaran kesî jiyana xwe ji dest daye.
MIRINÊN SIVÎL YÊN AFGANÎSTANÊ DERBAS KIR
Li gorî Busztîn ji serê vê salê û heta niha 4 hezar û 137 sivîlê jiyana xwe ji dest daye û 9 hezar û 865 kes jî birîndar bûne. Ligorî bîlançoya şer a Afganîstanê ya Iraqê girantire.