Li Iraqê di êrîşên bombeyî de 80 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Iraqê di êrîşên bombeyî de 80 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Iraqê di êrîşên bombeyî de 80 kesan jiyana xwe ji dest da
Di êrîşên bombeyî yên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê de 80 kesan jiyana xwe ji dest da nêzî 240 kes jî birîndar bûn.
Di roja dawî ya Cejna Remezanê de di 12 êrîşên bombeyî yên li paytext Bexdayê de 57 kesan jiyana xwe ji dest da û nêzî 150 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên polîsan dan xuyakirin ku di êrîşan de hedef, bazar û navendên kirîn û firotinê bûn. Di encama êrîşên Bexdayê de 57 kesan jiyana xwe ji dest da, 150 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Nasira yê Iraqê jî maşîneyek bombebarkirî teqiya û di encam de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 25 kes jî birîndar bûn. Li bajarê Kerbela jî êrîş pêk hat. Di encama êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da 11 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Başûrê Kurdistanê Tuz Hurmatu jî di encama teqandina maşîneyeke bombebarkirî de 10 kesan jiyana xwe ji dest da û 45 kes jî birîndar bûn. Li Kerkûkê jî li hemberî mizgefta Şiiyan êrîşek pêk hat. Di êrîşê de ku kesekî jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.