Li Iraqê di êrîşan de 16 kes mirin

Li Iraqê di êrîşan de 16 kes mirin

Îro di bûyerên tundî yên li Iraqê de hate ragihandin ku, herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest da û 37 kes jî birîndar bûn. Hate diyarkirin ku, armanca bingehîn ya êrîşan hêzên ewlekariyê bûn.

Li gorî çavkaniyê ewlekarî û nexweşxaneyan, êrîşa herî bixwîn ya îro li Taxa Sadr City ya Şiiyan ku dikeve bakûrê Bexdayê rû da. Di teqîna ku di otobusekê de rû da, herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da, 26 kes jî birîndar bûn.

Li Tarmiye ku dikeve bakûrê paytext bi kamyonekî tejî teqemenî êrîşa xwekujî pêkhat, 2 jê polîs 4 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.

Di pevçûnên ku li Mûsilê rûdan de hate ragihandin ku, 4 polîs mirine. Dîsan di êrîşek bombeyî ya li nêzî Mûsilê de, ji serwîsa îstîxbarata polîsan tegmen albay Faris El Reşîdî mir, 3 polîs jî birîndar bûn.

Weke din jî kesên çekdar li nêzî bajarê Tikrîtê êrîşî hêza milîsan ya dij El Qaîdeyê kirin, 2 endamên milîsan hatin kuştin.

Di bûyerên tundî yên roja Yekşemê de li tevahiya welat herî kêm 58 kes hatibûn kuştin, 187 kes jî birîndar bibûn. Li gorî AFP’ê ji serê meha Gulanê û vir ve li Iraqê zêdetirî 500 kes hatin kuştin.