Li Iraqê di 18 rojan de zêdetirî 270 kes hatin kuştin
Li Iraqê di 18 rojan de zêdetirî 270 kes hatin kuştin
Li Iraqê di 18 rojan de zêdetirî 270 kes hatin kuştin
Li Iraqê di bûyerên tundî yên roja Şemiyê rû dayî de di nav de polîsekî sûbay û malbata wî jî heyî 11 kesan jiyana xwe ji dest da, gelek endamên hêzên ewlekariyê ji aliyê kesên çekdar ve hatin revandin.
Li taxa Raşîd ya dikeve başûrê paytext Bexdayê, kesên çekdar ketin mala berpirsê îdarê taxê û piştî ji parêzvana yek kuştin, êrîşî malekî cîran jî kirin. Li vir polîsê sûbay Ednan El Ubeydî, hevjîn û du zarokên wî kuştin. Li gorî agahiyên ji Wezarata Navxweyî hatine dayîn, ji aliyê çavkaniya nexweşxaneyekê ve jî hate piştrast kirin.
Li bazara Latîfiye ya dikeve başûrê Bexdayê wesayîtekî tejî teqemenî teqiya û herî kêm kesekê jiyana xwe ji dest da, 15 kes jî birîndar bûn. Li Besrayê jî melayê mizgefta Suniyan ji aliyê kesên çekdar ve hate kuştin. Li Mûsilê jî kesên çekdar polîs û berpirsekî îdarî kuştin. Li eyaleta El Ambar ya dikeve rojavayê paytext Bexdayê jî di pevçûna li gel hêzên ewlekariyê de, du endamên eşîretek ya Suniyan jiyana xwe ji dest dan.
Polîsan da diyarkirin ku, dema ku xwestin Muhamed Hamis Ebû Rişa yê ji ber kuştina 5 leşkeran tê lêgerîn binçavbikin, pevçûn derket. Hamis xizmê Şêx Ehmed Ebû Riş ku li herêmê lîderê eşîrek bihêze. Ev eşîr piştgiriyê dide xwepêşandanên dij hikumetê jî.
Piştî vê bûyerê demek kurt, bi sedan kesên çekdar li ber biryargeha hêzên ewlekarî ya Ramadî ya eyaleta Ambar kombûn. Hate ragihandin ku, derdora 10 kesan hatin desteserkirin. General Murdhi El Mahalawî got, kesên çedar 5 polîs desteserkirin, albayê polîs Naîf El Şlaybawî jî da zanîn ku, 10 endamên hêzên ewlekariyê hatine desteserkirin. Berdevekek yê ji Wezareta Parastinê ragihandin ku, 10 kes hatine desteserkirin, ji vana 4 polîsin, 4 muhafizên sînor û 2 jî sivîlin.
Di demek ku rageşiya di navbera Sunî-Şiî de zêdebûyî de, li Iraqê ji serê meha Gulanê heya niha hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dayî ji 270’ê derbaz kir. Tenê di êrîşên roja Înê Sunî hedef hatin girtin de nêzî 70 kesan jiyana xwe jidest da. Beriya wê du rojan jî, li dijî Şiiyan êrîşekî bixwîn rû dabû.