Li Iraqê çi diqewime, kê depoya dengan şewitand?

Piştî ku biryar hate dayin dengên di hilbijartina parlamenta Iraqê de hatine dayin jinûve bên jimartin, li depoya sindoqên dengdanê şewat derket.

Iraqî roja 12'ê Gulanê ji bo hilbijartina parlamenteran çûn ser sindoqan û dengê xwe dan. Ya  ku di hilbijartinê de bi ser ket, lîsteya lîderê Şîa Muqteda Sadr a bi komunîstan re bû.

Ji ber ku gelek gilî û gazin li ser dengdanê hate kirin, biryar ahte dayin ku 10 milyon deng ji nû ve bên jimartin. Her wiha hilbijartina li hin herêman jî hate betalkirin.

Hikumetê amadekarî dikir ku dengan ji nû ve bijmêre. Lê 10'ê Hezîranê roja Yekşemê, li depoyeke ku deng lê bûn şewat derket. Li depoyê dengên Bexdayê hebûn ku hilbijêrên herî zêde li vê herêmê ne. Hate ragihandin ku şewatê bandor li pisûlayên dengan nekiriye. Li gorî rayedaran, sindoq li saloneke din bûn.

EBADÎ: KOMPLOYEK LI DIJÎ DEMOKRASIYÊ YE

Serokwezîr Haydar El Ebadî êvara Yekşemê daxuyaniyek da û şewat weke 'komployek ji bo tinekirina netewe û demokrasiyê' bi nav kir. Ebadî got, "Em ê hemû tedbîran bigirin û bi tundî li her kesên ewlekariya neteweyê û welatiyan dixe xeteriyê bixin."

Ebadî diyar kir, roja ku depo hate şewitandin salvegera dagirkirina Mûsilê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve bû û got, "Divê were zanîn ku ev yek êrîşek li dijî yekparebûna welêt e."

ŞEWAT LI HERÊMA HERÎ MEZIN A HILBIJARTINÊ DERKET

Şewat li depoya El Rusafa ya li herêma hilbijartinê ya rojhilatê Bexdayê derket. Ev der herêma herî mezin a hilbijartinê ye. 60 ji sedî yê 2 milyon dengdêrên li paytext Bexdayê li El Rusafayê dengêa xwe dan.

SINDOQ NE ŞEWITÎN!

Berdevkê komîsyona hilbijartinê ya El Rusafa Îmed Camîl ji AFP'ê re axivî û got, "Salona ku makîneyên dengdanê û alavên pêwîst ên ji bo pêvajoya hilbijartinê lê bûn şewat derket." Heman rayedarî diyar kir, sindoqên dengdanê li saloneke din bûn û tehlûke li ser jinûve jimartina dengan nîne.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir General Saad Maan jî ji rojnamevanan re axivî û diyar kir ku tenê materyalên hilbijartinê şewitîne.

SADR: DIXWAZIN ŞERÊ NAVXWEYÎ DERXÎNIN

Serketiyê hilbijartinê Muqteda Sadr jî piştî şewatê daxuyaniyek da û li ser şerê navxweyî hişyarî da. Sadr got, "Ji bo li Iraqê şerê navxweyî derxînin, Iraqî firotin." Sadr da xuyakirin ku wê li dijî lîstikan bisekinin.

Sadr got, "Iraq birîndar e, welatek e ku pirsgirêkên xwe zêde ye. Her tişt bi serê Iraqê ve hat. Dem hatiye ku em li ber dagirkeriyê, li ber terorê rabin. Divê em kêmasiyên li hundir ji holê rakin. Û Iraqê bi hev re ji nû ve ava bikin."