Li Iraq û Başûrê Kurdistanê dengdayîn dest pê kir

Îro di saet 08:00’an de welatiyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê li konsolosxaneyên Tirkiyeyê yên li Bexda û Hewlêrê dengê xwe dan. Dengdayîn wê heta saet 21:00’an bidome.

Li Hewlêr û Bexdayê welatiyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê îro dengê xwe li konsolosxaneyên Tirkiyeyê yên li Bexda û Hewlêrê dan.

Têkildarî hilbijartinan Hevseroka nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Mûzeyin Guneş ji ANF’ê re axivî.

Li konsolosxaneya Hewlêr tenê 2 hezar û 500 kes mafê wan yê dengdayînê heye lê bela heta saet 17:00’an heta niha 300 kesan dengê xwe dane.

Guneş di derbarê beşdarbûna rêjeya kêm a dengdayînê de wiha got; “Di serî de komîsyonê daxuyanî belav kir û ragihand ku ew kesên xwedî pasaport, îqame û dosya be dikarin dengê xwe bidin. Kesên ev tişt li gel wan nebe nikarin dengê xwe bidin. Ev jî bû sedem ku rêjeya dengdayinê kêm bibe.”

Guneş wiha domand; “Li herêma Kurdistan tenê li bajarê Hewlêr sindoq hatiye danîn. Lê hejmareke mezin welatiyên Bakurê Kurdistanê li bajarên Silêmanî, Dihok û bajarên din dijîn. Endamên konsolosxaneyê û komîsyonê destûr nedane çavdêrên HDP û CHP’ê dengdayînê bişopînin.”