Li Îranê pêla darvekirinê ranaweste: 4 kesên din jî

Li Îranê pêla darvekirinê ranaweste: 4 kesên din jî

Rejîma Îranê 4 girtiyên din bi îdiaya madeyên hişberiyê û bi karanîna tundiyê li girtigeha Benderebasê darvekirin.

Li gorî çavkaniyê nûçeyan, berpirsê Dadgeha Giştiya Hurmuzgan ragihand ku, yek jê ji ber bi karanîna tundiyê 3 kes jî ji ber bazirganî kirina madeyên hişber vê sibehê li girtîgeha Benderebasê hatine darvekirin.

Pêlên bi darvekirinê piştî hatina Hesen Rûhanî û şûnve zêde bûye û gelek asayî bûye. Li gorî çavkaniyên nûçeyan; rejîma Îranê  26’ê Mijdarê  jî  11 kesên din li Girtîgeha Qizel Hîsara bajarê Kerec û Qereçekî Weramînê bi darvekirîbûn. Tenê di nava hefteya borî de 12 kesên di nav de kurdek û jinek jî heyî hatibûn bi darve kirin. li gorî hinek çavkaniyan ev 12 kes ji ber sedema li dijî cezayê darvekirinê derketine hatine bidarve kirin.

Li milê din hemwelatiyek din yê Kurd yê binavê Mesûd Hesnpûrî yê xelkê navçeya Ûrmiyê Tirgeverê di 23’ê Mijdarê de hatibû bi darvekirin.