Li Îranê ji ber dermanê birincê 169 kes mirin

Li Îranê ji ber dermanê birincê 169 kes mirin

Li  Îranê di nava 3 mehên derbasbûyî de, ji ber bikaranîna dermanekî teybet, ku ji bo birinc demek zêdetir xwe bigre û hemwelatî bikaranin zêdetir bi kar bînîn, 169 kesan jiyana xwe ji dest dan.  

Li gorî Malpera Heran, di nava 3 mehên derbasbûyî de, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ber sedema bikaranîna madeyekî kîmyawî ya taybet di nava birinc de, 169 kesan jiyana xwe jiyana xwe ji dest dan. 

Malperê diyar kir ku di nava her du Newrozên bûrî de 47 kesan ji ber vê sedemê jiyana xwe ji destdane û ji Newroza îsal ta 20’ê Tirmehê 169 hemwelatiyên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi taybet ên bajarê Teran û Gîlan ji ber heman dermanê di nava birinc de jiyana xwe ji dest dane.  

Hêjayî gotinê ye dermanê mijara gotinê, ji bo birinc hîn bêtir û demdirêj were bikaranîn, tê xebitandin. Her çend ku, jimara mirinan zêde dibe jî; lê heta niha rejîmê qet gavek cidî neavêtiye ji bo çareser kirina pirsgirêkê.