Li Îranê 1800 girtî li dijî darvekirinê di grevê de ne

Li Îranê 1800 girtî li dijî darvekirinê di grevê de ne

Li Îranê bi armanca şermezarkirina darvekirinên li Îranê 1800 girtiyên cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn dest bi greva birçîbûnê kirin. Ajansa Nûçeyan a Aktîvîteyên Mafên Mirovan a Îranê diyar kir ku greva birçîbûnê ya li girtîgeha Qizil Hesarê roja 25'ê Mijdarê destpê kiriye.

Bi armanca şermezarkirina darvekirin, zext û îşkenceyên li girtîgehên li Îranê, ku di demên dawî de zêde bûn, nerazîbûn û çalakiyên girtiyan zêde dibin. 

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Aktîvîteyên Mafên Mirovan a Îranê 1800 girtiyên rejîma Îranê cezayê darvekirinê li wan biriye, dest bi greva birçîbûnê kirine.

Li gorî nûçeya di malpera hra-news.org de hat weşandin, li qawîşa 2 a Girtîgeha Qezil Hesarê di 25’ê Mijdarê de piştî ku 11 girtî ji bo bi darve bikin şandine li hucreyê yek kesî ji wê rojê ve dest bi greva birçîbûnê kirine.

Yek ji girtiyên li Girtîgeha Qizil Hesarê ragihandin ku, ji wê rojê ve girtiyên ku ketine greva birçîbûnê çalakiya wan hêjan didome.

Heman girtî got: “Çend hucreyên din li qawîşa 2 dest bi gireva birçîbûnê kirine û daxwaza betalkirina cezayê darvekirinê dikin.”

Ji girtiyên di grevê de ne Hameh Ahmedî, Kamal Moulayî, Cemşîd Dehghanî, Jahangîr Dehghanî, Seddîgh Muhammedî û Seyid Hadî Hosseînî rgaihandin ku ew li dijî pêkanînên neheq û darvekirinên li Îranê di grevê de ne.

Malbatên girtiyan diyar kirin ku Seyed Hadî Hosseînî yê di grevê de ye nexweşê Epîlepsî ye û di demên dawî de du caran nobeda Epîlepsî derbas kiriye.

Aktîvîteyên Mafên Mirovan da xuyakirin ku ji çalakgeran Hamed Ahmadî û Cemşîd Dehghanî tansiyona wan kêm bûye û rewşa wan ber bi nebaşiyê ve diçe.

Girtîgeha Qizil Hesa li bakur rojayê Tehranê li bajarê Karajê ye û yek ji girtîgehên herî mezin ên Îranê ye. Li vê derê piraniya wan ji tawanbariyên narkotîkê 20 hezar girtî tên ragirtin. Ev girtîgeh di heman demê de bi şert û mercên nebaş ên jiyanê, di rojevê de ye.

Li Girtîgeha Evînê jî, li hemberî darvekirinan di 5'ê Mijdarê de 6 girtiyên Kurd dest bi greva birçîbûnê kir û ev hejmar gihişt 14 girtiyan.

Li Îranê di nava meha dawî de 17 jê Kurd tê gotin bi giştî 79 kes hatine darvekirin.

Yekemîn milîtanê PJAK'ê yê ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin Hasan Hîkmet Demîr bû, ku di sala 2007'an de hat darvekirin. Li dû Demîr di 11'ê Mijdara 2009'an de Îhsan Fetahiyan, di 6'ê Çileya 2010'an de Fesîh Yasemînî, di 9'ê Gulana 2010'an de mamosteyên Kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Şîrîn Elem Hûlû hatin darvekirin. 

Di 27'ê Çileya 2011'an de endamê Partî Demokratî Kurdistan Îran Ferhad Tarîm ê ji bajarê Şîno li girtîgeha Ûrmiyê hat darvekirin. Dİ 5'ê Çileyê de girtiyê siyasî Huseyîn Xizrî li girtîgeha Ûrmiyê bi awayekî dizî hat darvekirin. 

Di 25'ê Cotmeha 2013'an de girtiyê siyasî yê Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr li girtîgeha Ûrmiyê û Riza Mamedî jî li girtîgeha Selmasê hatibû darvekirin.

Li girtîgehên Îranê herî kêm 26 girtiyên siyasî yên Kurd li ber xeteriya darvekirinê ne.

Piştî bûyera 26'ê Cotmeha 2013'an a li eyaleta Sîstan-Belûcîstanê ya li ser sînorê Pakîstan û Îranê, ku di encamê de 14 parêzvanên sînor hatin kuştin, Îranê 15 milîtanên ku bi têkiliya bi komên dijberên rejîmê tawanbar dikir, bi darve kiribû.

Li gorî çavkaniyên mûxalîf ên Îranê, ji meha Tebaxa îsal dema destpêkirina wezîfeya Hesen Rûhanî û vir ve herî kêm 224 kes hatine darvekirin.

Rayedarên Îranî bi awayekî fermî qebûl kirin ku di nava sala 2013'an de 304 kes hatine darvekirin. Lê li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, 234 kesên din jî hatine darvekirin û ev ji aliyê rejîma Îranê ve bi awayekî fermî nayê qebûlkirin.